”Pergala tecrîdê li her derî belav bûye”

Li Bakurê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîdê hewildan hene.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr diyarkir ku ew li dijî tecrîdê serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk a dagirker dane, lê rayedarên tirkî ti bersiv nedane.
Nûran Îmîr balkişand li ser tecrîdê û ev pirs kir; “Ya ku li Îmraliyê tê veşartin çi ye? û got, Desthilatdarî neçar e serlêdana parêzeran, malbatê û ya me qebûl bike û dawî li fikarên bi milyonan mirovan bîne.”

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li Îmraliyê girantir kiriye.

Ev 21 mehe parêzer û malbata Rêber Ocalan ti agahî ji rewşa wî nagrin.

Ev yek gumanê derbarê tendirustî û ewlehiya Rêbertî de zêdetir kiriye.

Têkildarî mijarê Nûran Îmîr, Parlamentera HDP’ê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê axivî û got:

”AKP di nava krîzeke aborî û siyasî de ye.
Ji bo nixumandina vê aloziyê hem di asta raya giştî ya navneteweyî de hem jî li çar parçeyên Kurdistanê û girtîgehan polîtîkayeke yekpare ya dijminatiya li Kurdan dimeşîne.

Li girtîgehan gelek rê û rêbazên êşkenceyê êdî bi rêk û pêk bûne.
Dewleta tirk berê li çend girtîgehan êşkence dimeşan, lê îro di hemû girtîgehan de tecrîdeke giran dimeşîne.

“Me serlêdana wezareta edaletê ya Tirkiyê kir”

Îmîr da zanîn ku ji bo rewşa rêber Apo eşkere bikin ku li Îmraliyê çi diqewime, wan serlêdana Wezareta Edaletê kirin û ev nirxandin kir:

“Bûye demeke gelekî dirêj agahî ji Birêz Ocalan nayê wergirtin.

Em civak ji vê rewşê gelekî bi fikar in.

”Divê agahî ji Îmraliyê bê wergirtin”

Li Îmraliyê çi diqewime, ji malbatê, parêzeran û civakê çi tê veşartin?.

Me daxwazeke bi vî rengî ji Wezareta Edaletê kir, lê hîn ne bi erênî ne jî bi neyînî bersivek ji me re nehatiye dayin.”

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr dawiyê bang li hikumeta AKP kir ku dawî li tecrîdê bîne û bihêle ku parêzer û malbata Rêber Ocalan biçe hevdîtinê bike.

Back to top button