Balafirên Rusyayê herêma bêçek bombebaran kirin

Balafirên şer yên Rusyayê Idlib û gundewarê wê bomberan kir
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku di encama êrişên Rusyayê de zêdetirî 40 kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Li Derayê jî di êrişek çekdarî de 4 polîsên Hikûmeta Şamê hatin kuştin.

3’ê roj in li ser hev balafirên şer yên Rûsyayê herêma Bêçek bombebaran dike.

Îro jî balafirên şer yên Rûsyayê li dijî bajarê Idlib û gundewarê wê êrişên dijwar pêk anî.

Her wiha sûka sebzeyan a li derdora Cisir Şixûr a rojavayê Idlibê jî bû armaca êrişan.

SOHR: Di êrişan de 11 kes hatin kuştin, 30 jî brîndar bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku di encama êrişan heta niha 11 kes hatine kuştin û nêzî 30 birîdar bûne.

Çavdêriyê diyar kir ku dibe hejmara kuştina zêdetir bibe ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Her wiha Balafirên şer ên Rûsyayê derdora Kebane ya çiyayê Ekrad ê li bakurê Lazîqiyê, bombebaran kirin.

Hêzên Hikûmeta Şamê jî, ji aliyê xwe ve bi çekên giran rojavayî û başûrê Idlibê û Helebê topbaran kirin.

Duh jî di encama êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li dijî gundê Besbet ê rojavayê Cisir Şixûr de 2 welatî hatibûn kuştin.

Dera-Di êrişek çekdarî de 4 polîsên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Li aliyê din Çavdêriya Sûrî jî da zanîn ku li di seatên sibê li ser riya Mizêrîb ya li gundwarê rojavayê Derayê dema erebeya polîsên Şamê derbas dibe rastî êrişek tê.

Çekdarên nenas bi guleyan erebeya Polîsan hedef girtin.

Di encamê de 4 polîsên hikûmeta Şamê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.ç

Li Dêrazorê erebeyek hêzên hikûmetê teqiya-5 leşker hatin kuştin

Back to top button