Çînê pêngava cezakirina tîma Trump ya demê wê qediyayî da despêkirin

Rêveberiya Pekînê, Mike Pompeo jî di nav de, li dijî tîma rêveberiya Trump yên di asta herî jor de, biryara pêkanîna cezayan da.

28 kesên tîma Trump di nava lîsteya Çînê de cih digrin.

Doh dema ku çavê cihanê li ser merasîma sondxwarina serokê nû yê DYA Joe Biden bû, Çînê biryarek sûprîz da.

Tenê piştî çend deqe ji sondxwarina Biden, Wezareta Karên Derve ya Çînê daxuyaniyek da.

Wezaretê ragihand ku Wezîrê Karê Derve yê DYA Mike Pompeo yê erkê xwe bidawî bûyî jî dinav de, ji tîma Trump li ser 28 kesan biryara pêkanîna cezayan daye.

Wezaretê di daxuyaniyê de ev 28 kes bi, “Dijberên Çînê, berjewendiyên tima yên siyasî û kîna li dijî Çînê tevger kirin” tewam bar kirin.

Her wiha van kesan, “berjewendiyên Çînê xera dikir, gelê Çînê reş dikir û ziyaneke mezin da têkliyên Çîn-DYA”.

Tevî Wezîrê Karê Derve Mike Pompeo, rêveberên aborî, ewlekarî û gelek kesên navûdeng hene.

Navê çend kes ji wan wiha ne:

Mike Pompeo
Peter Navarro
Robert O’Brien
David Stilwell
Matthew Pottinger
Alex Azar
Keith Krach
Kelly Craft
John Bolton
Steve Bannon

Back to top button