Li DYA Demokratan jimara piranî ya Senatoyê xistin destê xwe

Li DYA bi sondxwarina Senatorên nû re, piştî Meclisa Nûneran êdî jimara piranî ya Senatoya jî ket destê Demokratan.

Di hilbijartina 3 Mijdara 2020’an de ji ber ku encama hilbijartina li eyaleta Georgia zelal nebûbû, ji bo tura 2. hatibû hiştin.

Di hilbijartina 5’ê Çileya 2021’an pêk hate de, Jon Ossoff û Raphael Warnock yên Demokrat di hilbijartinê de qezenc kirin.

Bi sondxwarina herdu Senatoran li Dîwana Giştî ya Senatoyê de Demokratan hêz girt destê xwe.

Bi vê yekê re, êdî Demokrat xwedî 50 û Komarparêz jî bûn xwedî 50 Senatoran.

Cîgira welat Kamala Harris ku serokatiya Senato dike, piştî doh sond xwar jimara zêde ya Senatoyan jî xist destê xwe.

Ji ber Harris a Demokrat, mafê xwe yê dengdanê di Senatoyê de heye.

Ev yek jî tê wateya ji niha û pêde, polîtîkaya welat di destê Partiya Demokrat û serokê wê Joe Biden de ye.

Back to top button