Êrîşên li ser Şengalê li Hesekê hat şermezarkirin

Rêveberiya Desteya Tenduristiyê ya Hesekê, Meclisa Jinên Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê û Rêxistinên civaka sivîl a Tebqayê bi çalakiyan êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê şermezar kir û diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Tenduristiyê ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezarkir.

Rêveberiyê diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk dûrî nirxên exlaqî û mirovî ne û hemû rêgezên navneteweyî binpê dike.

Li Tirbespiyê semînerek hat dayîn

Meclisa Jinên Sûriyê jî derbarê vê yekê de semînerek li Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li dar xist.

Di semînerê de hate diyarkirin ku ev êrîş berdewamiya qirkirinên osmanî ya li dijî kurdên Êzidî ye.

Ciwanên herêma Firatê bêdengiya navneteweyî şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Ciwanan piştigirya xwe bi Şengalê re eşkere kir û bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrişên qirkirinê, şermezar kir.

Rêxistinên civaka sivîl a Tebqayê êrîş şermezar kirin

Rêxistinên civaka sivîl a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê êriş û bombebarana dagirkeriya Tirk a li ser Şengalê şermezar kir.

Rêxistinan destnîşan kir ku her du êrişên dawîn ên li ser Şengalê, sûcên din li sicîla terorê ya dewleta Tirk zêde kirin.

Hat diyar kirin dewleta Tirk sûcên DAIŞ’ê li dijî Şengaliyan pêk anîne, dewam dike.

Meclisa Zorava banga xwedîderketina li Şengalê kir

Meclisa Zorava ya Şamê jî êriş şermezar kir û weke berdewama plana DAIŞ’ê ya qirkirina civaka êzidî bi nav kir.

Meclisê bêdengiya hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê ya li hemberî van êrişan şermezar kir û got,

“Li hemberî van êrişan divê em bibin yek. Divê hemû piştgiriyê bidin civaka êzidî ya berxwedêr.”

Back to top button