NY ji ber binpêkirinên mafê mirovan derbarê Reîsî de daxwaza lêpirsînê kir

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber binpêkirinên mafê mirovan derbarê Serokkomarê nû yê Îranê Ibrahîm Reîsî de daxwaza lêpirsînê kir.

Lêpirsînerê NY Javaîd Rehman ji ajansa Reutersê re axivî û got:

Di salên derbasbûyî de me şahid û belge kom kirine.

Ger Konseya Ewlekariyê ya NY yan jî saziyeke din lêpirsîneke bêalî bide destpêkirin em amade ne, van agahiyan belav bikin.

Rehman diyar kir wan hin agahî bi dest xistine ku ji bo veşartina qetlîamê, hin ‘gorên komî’ tên tunekirin.

DYA ji ber tiştên ku Reîsî berê kiribûn pêkanîn li ser wî dabû destpêkirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nêzî 5 hezar kes hatine kuştin lê tê diyarkirin hejmara rastîn zêdetir e.

Reîsî yê ku di bin parastina Elî Xamaney de bû, 1988’an tevî sê dadgeran hatibû ser ‘Komîsyona Mirinê’.

Li gorî îddîayan ev komîsyon berpirsê kuştina 30 hezar girtiyên siyasî yên Îranê ye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî xwest derbarê Îbrahîm Reîsî ‘Ji ber sûcê li dijî mirovayetiyê’ lêpirsîn were destpêkirin.

Reîsî 3 Tebaxê wê were şûna Hasan Rûhanî.

Back to top button