Polîsên Fransayê 2 ciwan Kurd binçav kirin

Êrîşa polîsan a li dijî ciwanên li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê-CPT, li bajarê Fransa Zûrîchê hate şermezarkirin.

Ciwanên Kurd duh, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Apo, li ber avahiya CPT ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiyek rûniştinê pêk anî.

Lê hêzên ewlehiya Fransayê, bi awayekî tund êrîşê ciwanên Kurd kir û 2 ji wan binçav kirin.

Ev êrîş li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi çalakiyekê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate şermezarkirin.

Ciwanan ji CPT xwest ku li hember tecrîdê dawî li bêdengiya xwe bîne û bi erka xwe rabe.

Back to top button