Polîs nehiştin ku heyetek ji HDP, KCD, TJA û DBP’ê biçin gundê Amara

Polîs û leşkerên dewleta Tirk, nehiştin ku heyetek ji HDP, KCD, TJA û DBP’ê bi wesîleya rojbûna Rêber Ocalan biçin gundê Amarayê.

Bi boneya rojbûna Rêber Apo polîs û leşkerên Tirk gundê Amara yê ku Rêber Apo lê hatiye dinê dorpêçkirin û nehiştin ku kes derbas bibe.

Heyetek ji KCD’ê, DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ji bo biçin Amarayê gihiştin Xelfetiyê.

Heyet di kîlometreya 20’an a Xelfetiyê de hate rawestandin û destûr nehat dayîn ku derbas bibin.

Ji bo astengkirinê jî “qedexeya walîtiyê” weke hincet hate nîşandan.

Piştî nîqaşan destûr hate dayîn ku Berdan Ozturk, Salîha Aydenîz û Ayşe Surucu derbasî nava navçeyê bibin.

Heyeta ku parlamenter jî di nav de ne, vê carê li pêşiya gundê Amarayê hate rawestandin.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu nerazîbûn nîşan da û diyar kir weke parlamenter mafê wan ê ger û geştê hatiye astengkirin.

Hevserokê HDP’ê yê Xelîliyeyê Muslum Arslan jî piştre hate binçavkirin.

Her wiha 10 şitlên zeytûnê yên ji bo çandinê anîbûn hatin desteserkirin.

Back to top button