Şêniyên Til Temir tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi meşekê li navçeya Til Temirê hat şermezarkirin.

Şêniyên navçeya Til Temir bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Kesên meşiyan, li dawiya Kolana Şehîd Omer Baravî ya naverasta navçeyê rawestiyan.

Li vir, Endama Kongra Star Zehra Emîn daxuyanî da û got: “Dewleta Tirk a dagirker difikire ku bi girankirina tecrîda li ser Rêbertî dikare berxwedana li çiyayên Kurdistanê bi dawî bike.”

Bang li her kesî hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi erkên xwe rabin.

Back to top button