Bi deh hezaran Brazîlyayê li dijî serok Bolsonaro rabûn ser piyan

Gelê Brazîlyayê ji ber siyasetên serok-dewlet Bolsonaro bêzar bûye. Ji bo ji kar were dûrxistin li 60 bajaran bi tevlîbûna bi deh hezaran kesî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Brazîlyayê Kampanyeke netewî ya binavê “Bolsonaro bicehime” dest pê kir.

Pêşengiya vê kampanyayê 12 partiyên çep û gele sendîka dikin.

Li ser banga pêşengên kampanyayê doh li 60 bajarên welat xwepêşandanên şermezarkirinê pêk hatin.

Bi deh hezaran kesên beşdarî çalakiyan bûn xwestin serok-dewlet dest ji kar berde.

Gelek derdorên rastgir jî beşdarî çalakiyên li dijî serok-komar bûn.

Dadgeha Bilind a welat jî ferman da ku têkildarî Bolsonaro û derdora wî, ji ber belavkirina agahiyên şaş gelek lêpirsîn bêne destpêkirin.

Back to top button