HPG’ê encama êrişa 29’ê Tebaxê eşkere kir

Hêzên Parastina Gel-HPG’ê beriya niha ragihandibû ku komeke gerîllayên wan 29’ê Tebaxê ketin kemîne çekdarên PDK’ê. Herî dawî HPG’ê bi daxuyaniyekê encama êrişa li dijî gerîlla bi raya giştî re parve kir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa hêzên PDK’ê ya 29’ê Tebaxê li herêma Xelîfanê daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku çekdarên PDK’ê bi armanca kuştinê êrişî gerîllayên wan kirine û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

Şeva 29’ê Tebaxê komeke ku ji 7 gerîlla pêk dihat hewl da ji herêma Qendîlê derbaî Behdînanê bibe.

Saet 2 û nîvê şevê li ser ava Zapê çekdarên PDK’ê bêyî ku ti hişyariyê bidin yekser ji 4 milan ve êrişî koma gerîlla dikin.

Di vê êrişê de li dijî koma gerîlla çekên giran hatin bikaranîn.

Di encamê de teqez bû ku 5 gerîllayên me şehîd bûne.

Agahiyên têkildarî rewşa gerîllayekî hê zelal nebûne û dibe ku bi birîndarî ketibe destê çekdarên PDK’ê.

Hevrêyê me Hakî jî bi saxî ji êrişa rizgar bû û piştî demeke dirêj karîbû xwe bighîne herêmên gerîlla.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku gerîllayê wan Hakî têkildarî êrişê agahiyên berfereh parve kirine û wiha dewam kir:

Di daxuyaniya xwe a pêşî de me gotibû, em vê êrişa PDK’ê ji adalet û wijdanê gelê Kurd re dihêlin.

Niha rastiya êrişê bi berferehî derket holê.

Dûbare em dibêjin, çekdarên PDK’ê bêyî ku hişyariyê bidin, bi armanca tinekirinê êrişê koma gerîlla kirin.

Tevî ku tê zanîn di vê pêvajoyê şerê di navbera Kurdan wê zerarê bide doza azadiyê jî PDK’ê êrişeke wiha li dijî gerîllayan pêk anî.

Back to top button