Cenazeyê şehîd Ehmed Elî (Şoreş Kobanê) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hat veşartin û gerîlayê şehîd Rêncber Rêbaz hate bîranîn.
Ehmed Elî bi nasnav Şoreş Kobanê di 18’ê Çileyê dema li ser erka xwe bû di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li Tirbespiyê şehîd bû.
Şêniyên Kobanê li goristana şehîd Dicle cenazeyê şehîd Şoreş Kobanê bi merasîmekê oxir kirin û şehîd Rêncber Rêbaz bibîr anîn..
Di merasîmê de, endama rêveberiya Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîda Hesûn axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.
Endamê TEV-DEMʹê yê herêma Firatê Bozan Dalî jî axivî û bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedanê geş bikin.
Paşê wesîqeta Şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Di dawiyê de, Cenazeyê şehîd Ehmed Elî bi tilîliyan hat spartin..