Hêzên Asayîşê şaneyeke DAIŞ’ê ku li Dêra Zorê çalak bû girtin

Têkoşîna hêzên Asayîşê ya li hemberî şaneyên DAIŞ’ê ku di her firsendê de serî xwe radikin û li herêmê tevlîheviyê derdixin û êrîşan pêk tînin, dewam dike. Hêzên Asayîşê herî dawî li dijî şaneyeke çeteyan li Dêrazorê operasyonek pêk anî û çend çeteyên ku du jin jî di nav de hebûn, girtin.

Çeteyên ku hatine girtin, li xwe mukur hatin ku ew bi DAIŞ’ê re dixebitin.

Her wiha di nava mukurhatinên xwe de dibêjin:

“Ew bi riya kesên bi navê Ewad, Salih El-Hiwêc û Mihemed El-Ayiş û hin kesên din, gelek caran li dijî hêzên parastinê yên Dêrazorê, êrîş pêk anîne.

Vê şaneyê, beriya êrîşa li ser girtîgeha Xwêran jî weke destpêk, li gundewarên Dêra zorê êrişî noqteyeke hêzên erka xweparastinê kirine.

Çeteyan di mikurhatinên xwe behsa ku wan çawa çek û cebilxane anîne û ji bo êrişa li dijî girtîgeha Xwêran bi cih kirine.

Çeteyên girtî di axaftinên xwe tînin ziman ku wan endamên hêzên ewlekariyê bi çekên bêdeng tesfiye kirine û êrîşî bendên ewlekariyê kirine.

Back to top button