Salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê

Salvegera 9’emîn a Damezarandina Rêveberiya Xwesriya Demokrtîk a herêma Cizîrê, li bajarê Hesekê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

Bi boneya Salvegera 9’emîn a Damezarandina Rêveberiya Xwesriya Demokrtîk a herêma Cizîrê, li navenda çand û hunerê ya Serdem a bajarê Hesekê , çalakiyekê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de tevî hevserokên Rêveberiya xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, hevserokên desteya, siyasetmedar , nûnerên partiyan û gelek endamên saziyan amade bûn.

Di destpêka çalakiyê de li ser navê Rêveberiya xweser û pêkhateyên herêma Cizîrê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser destketiyên Rêveberiya xweser ên di nava 9 salan de, ku bi saya berxwedan û têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin.

Her wiha behsa rola pêşeng a jinan di avakirin û pêşxistina vê rêveberiyê de hat kirin.

Hediye Elî-hevseroka Desteya Aborî ya herêma Cizîrê

Hevseroka Desteya Aborîya Herêma Cizîrê Hediye Elî diyar kir ku jinên herêmê di warê avakirin û parastina projeya rêveberiya xweser de roleke mezin lîstin û di her warî de xwe îsbat kirin.

Back to top button