Cezayê hucreyê li rojnameger Derya Ren hat birîn

Nûçegihana Jinnews Derya Ren, ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derket cezayê hicreyê ya 3 rojan lê hat birîn.

Zext, binpêkirina mafan û êşkeceyan li girtîgehan rojane bi girankirina tecrîtê re zêde dibe.

Gardiyan her tim bi ser koguşan de digire û dest datîne ser tiştên girtiyan.

Girtîgeha ku zext lê zêdebûye jî Girtîgeha Jinan a Amedê ye.

Nûçegihana ajansa Jinnews’ê Derya Ren di 25’ê cotmeha 2022’yan de ji ber cezayê wê hebû hat girtin.

Paşê jî ew şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.

Hat diyarkirin ji ber Derya li dijî lêgerîna tazî derketiye cezayê hicreyê lê hatiye birîn.

Derya dema nû hat girtin lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin.

Ji ber Derya li dijî vê yekê derket û 5 gardiyan êşkence lê kiribû.

Derbarê li dij derketina lêgerîna tazî de lêpirsîn hat destpêkirin.

Di encama lêpirsînê de biryara cezayê hicreyê ya 3 rojan li Deryayê hat birîn.

Back to top button