Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin

OHD, Baroya Amedê, ÎHD û TUAY-DER’ê têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Amedê raporek amade kir.
Di raporê de hat gotin ku ji sirgûnan heta îzolasyon, tecrîd, lêgerîna tazî û astengkirina mafê tenduristiyê gelek binpêkirin hatine tespîtkirin.
Baroyan di dewamiya daxuyaniyê de diyar kir divê tavilê dawî li îşkence û kiryarên xerab bînin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), û du komeleyên din têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Kampûsa Amedê raporek amade kir.

Rapor, li avahiya Baroya Amedê ji aliyê Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Gîzem Mîran hate eşkerekirin.

Gîzem Mîran diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyê gelek binpêkirin tên kirin û wiha got:

“Di serî de mafê jiyanê, li girtîgehên Tirkiyê gelek kiryarên xirab li ser rûmeta mirovan tên kirin.

Gelemperî em li girtîgehan binpêkirinên weke îşkence, tecrîd û astengkirina mafê tenduristiyê tespît dikin.

Di raporê de hin binpêkirinên li girtîgehên di nava kampûsê de cih digirin wiha hatin rêzkirin:

  • Di girtîgehê de hevdîtin têne asteng kirin.
  • Di dema lêgerînên qawîşan de bêhirmetî li rûmeta mirovan tê kirin.
  • Bi hinceta cezayekî disiplînê qurs nayên vekirin û derfetên spor û sihbetê ji holê hatine rakirin.
  • Li qawîşan kamera hatine bicihkirin.

Kesên li dijî vê derketin hatine derbkirin û cezayên disiplînê lê hatine birîn.

  • Hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê kêm in.

Her wiha girtiyan dereng sewqî nexweşxaneyê dikin.

“Divê tavilê dawî li êşkence û kirinên xerab bînin”

Paşê Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Adîle Salman jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman:

“Girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe bijîn.

Lewma divê înfaza wan were taloqkirin û serbest werin berdan.”

Salman diyar kir divê tavilê dawî li îşkence û kiryarên xerab bînin.

Bandora tecrîdê ya li ser girtîgehên Tirkiyê û girtiyên nexweş zêde dibe

Back to top button