ANF: Herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê li Metînayê derbên giran li dagirkeran da û herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin.

Li gorî ANF’ê, ”Doh bi şev li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Metîna dagirkeran hewl dan bi pêş ve biçin.”

Gerîlayên azadiyê kemîn li pêşiyan wan danî û ew gulebaran kirin, di encamê de herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê şerek dijwan navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG/YJA-Starê de derket.

Back to top button