Fermandariya Giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ragihand ku li Kerkûk û Mexmûrê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resul derbarê mijarê daxuyaniyek da û got:
”Li gundê Sergeran Ê Kerkûkê di encama operasyonek ya Dijeterora Iraqê de du çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.”
Yehya Resul eşkere kir ku li Çiyayê Qereçox ê navçeya Mexmurê jî bi operasyoneke din çeteyek hat kuştin.
Yehya Resul da zanîn ku çeteyê li Mexmûrê hatî kuştin erka wî parastina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bû.