Emîne Omer: Rola jinan di çalakiyên Suweydayê de gelek girînge

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer diyar kir ku jin di çalakiyên li Suweydayê de xwedî roleke girîng radibin û got: Vekirina pankartên ji bo Hevrîn Xelef û xwedîderketina li têkoşîna wê ji bo hemû jinên Sûriyeyê peyamek e.

Calakiyên Sweydayî di roja 14’an de didome.

Di van çalakiyan de pêşengtiya jinan balamirovan dikişîne.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer têkildarî mijarê axivî û got:

“Jin di çalakiyên li Suweydayê de xwedî roleke girîng in.

Di çalakiyên li Suweydayê de vekirina pankartên ji bo Hevrîn Xelef û xwedîderketina li têkoşîna wê pir bi nirx û girîng e.”

Emîne Omer: Ên ku pêşengiyê ji bo guherînê dikin jin in

“Dirûşmên jinên Suweydayê di çalakiyan de tenê ji bo bihabûn, birçîbûn û rewşa aborî nîn in.

Jin diyar dikin ku ew mafên hiqûqî, siyasî û demokratîk dixwazin.

Ên ku pêşengiyê ji bo guherînan dikin jin in.

Jin îro doza azadiyê dimeşînin.”

Emîn balkişand ser têkîliyên di navbera jinên Suweyda û MSD ê de û diyar kir ku jin destpêkê ve jinên suwedayê eleqe nîşanî şoreşa jinan a li Rojava dane û jinên heremê yên tebqa, reqa, minbic, heleb, cizîr jî bi daxuyaniyên xwe piştgiriya vê çalakiyê kirin.

Emîne Omer: Weke MSD’ê ji berê ve têkîliyên me bi jinên Suweydayê re hene

Wek MSD ji berê ve heta niha têkiliyên me bi jinên Suweydayê re hene.

Gelek caran hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestin li ser tecrubeya me ya şoreşê lêkolînan bikin.

Ji şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir bi bandor bûn.

Heta ji bo em wê tecrubeya xwe nîşanî wan bidin me vexwendin Suweydayê.

Emîne Omer: Em piştgiriyê didin çalakiyên li Suweydayê

Emîne Omer herî dawî destnîşan kir ku ew li ser navê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û MSD’ê piştgiriyê didin çalakiyên li Suweydayê û wiha axaftina xwe bi dawî kir :

”Eger çalakiyên li Suweydayê bigihîjin serkeftinê dê herêmeke din a Sûriyeyê jî serkeftinê bi dest bixe.”

Back to top button