Sedir: Em ê hikumetek piranî ava bikin

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sedir diyar kir ku wê hikûmetek piranî ya nîştimanî pêk bînin û got, Deriyê wan ji bo hinekan re vekiriye.

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sedir têkildarî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got: “Em ê rê nedin ti kesê ku gefê li hevalbendên yan aştiya civakî bixwin.

Wê hikûmeta bê, hikûmetek yasayî be.

Wê rê nede binpêkirin ji aliyê kêve bê kirin.

Tişta ku tê kirin nevegerandina şerê meshebî yan jî şîdetê ye.

Wê yasa biryarê bide.”

Herwiha di çarçoveya hemahengiya şîeyan de, li mala Şêx Humam Hemudî ji bo nîqaşkirina civîna parlamentoya Iraqê civiyan.

Divê navberê de, 9’ê Çile Mihemed Helbûsî cara duyemîn bi piraniya dengan ji bo Serokatiya Parlamentoya Iraqê hate hilbijartin.

Niha li welat çav li hilbijartina serokomar û serokwezîrê ku hikumeta nû ava bike ye.

Back to top button