Dr. Kamîran Berwarî: Bi vê dixwazin rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigirin

Li welat û derveyî welat têkoşîna ji bo derxistna PKK’ê ji lîsta terorê bê navber dewam dike. Li her deverê ji bo derixistina PKK’ê ji lîstê bang tên kirin. Siyasetmedar Dr.Kamûran Berwarî, Rojnamevan Ehmed Aktaş û Siyasetmedar Ehmed Şêxo derbarê mijarê de ji televizyona me re axivî û da zanîn PKK’ê doza rizgariya gelê Kurd dide meşandin û divê ji lîstê bê derxistin.

Derbarê Derxistina PKK’ê ji listeya Terorê, li gelek deveran xebatên piştgiriyê ji aliyê kesayetên navdar û dostên kurdan ve tên meşandin.

Li her deverê dengê PKK’ê ji lîsta terorê derxin bilind dibin…

Siyasetmedar û mamosteyê li zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî li ser mijara kampanya û derxistina PKK’ê ji lîsteya Terorê ji televizyona me re axivî..

Kamûran Berwarî: Divê li çar aliyê Kurdistanê xebat û têkoşîn bê meşandin

Berwarî anî ziman ku divê di sêrî de rayedarên başûrê Kurdistanê li gel parçeyên din ên kurdistanê çepereke siyasî bigrin û vê xebatê bi rê ve bibin.

Ehmed Aktaş: Gelê Kurd li gel dostên xwe dikarin bighêjin encamê

Rojnamevan û nivîskarê kurd Ehmed Aktaş jî anî ziman ku gelê kurd li gel dostên xwe bi zextên li ser van dewletan dikarin bighêjin armancê:

Ehmed Şêxo: Bı têkoşîna PKK’ê û fıkra Ocalan terora DAIŞ hat têkbırın

Her wiha siyasetmedar Ehmed Şêxo jî diyar kir ku bi saya têkoşîna PKK’ê û fikra rêber Ocalan Daiş hat têkbirin û têkoşîna ku PKK’ê dide meşandin, hatiye naskirin ku ji bo azadiya gelê kurd e.

Back to top button