Li Xezayê di roja 121. ya şer de 127 kesên din mirin

Di roja 121’an ya şerê li Xezayê de, 127 kesên din hatin kuştin.
Hizbullaha Libnanê jî 7 caran êrişî çeperên hêzên Îsraîlê kirin.
Li Îsraîlê jî, ji bo berdana kesên dîl girtî yên di destên Hemasê de meş hate kirin.
Li aliyê din, niqaşên derbarê bi-hev guhertina dîl-girtiyan û pêkanîna agirbestê didome.

121 roje şerê Hemas û Îsraîlê bi dijwarî didome û encama wê jî her diçe girantir dibe.

Di nava 24 seetên dawiyê de, li Xezayê şer û êrişên dijwar pêk hatin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bi daxuyaniyekê bîlançoya nû ya şer eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê di nava 24 saetên dawî de 127 kes di êrişên Îsraîlê de mirin û 178 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê ragihand ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve, 12 hezar jê zarok û zêdeyî 8 hezar jin, 27 hezar û 365 Filistînî mirine, 66 hezar û 630 jî birîndar bûne.

Hêzên Îsraîlê ji Bakurê Xezayê vekişiyan

Li aliyê din Rêveberê Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê Munir El-Burş ragihand, hêzên Îsraîlê piştî ji bakurê
Xezayê vekişiyane, bi dehan cenazeyên ku rizyane hatin dîtin.

El-Burş diyar kir cenaze birine nexweşxaneyeke li Xezayê.

Hizbullahê li dijî çeperên Îsraîlê 7 êriş pêk anîn

Bi destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê re, êrişên Îsraîl û Hizbûllaha Libnanê yên li dijî hev jî dewam dikin.

Hizbûllahê ragihand ku di nava 24 seetên dawiyê de li dijî çeperên Îsraîlê yên li ser sînorê Libnanê 7 êriş pêk anîne.

Ji 8’ê Cotmeha 2023’an ve, di şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê de, 176 endamên Hizbullahê, 30 welatiyên Libnanê,

Li Îsraîlê ji bo berdana dîl girtiyên destên Hemasê de meş hate kirin

Li aliyê din duh li bajarê Tel Avîv yê Îsraîlê bi hezaran kes ji bo berdana zêdeyî 130 dîl girtiyên di destên Hemasê de meşiyan.

Meş bi dirûşma “120 roj di binê erdê de” hat kirin û malbatên kesên ji aliyê Hemasê ve hatine revandin jî beşdar bûn.

Di meşê de rexne li serokwezîr Netanyahû hate kirin ku ji bo berdana dîl girtiyan bi qasî tê xwestin hewldanan nake.

Ji bo berdana dîl girtiyan agirbeseke 142 rojan tê nîqaşkirin

Li aliyê din nîqaşên derbarê agirbestê û berdana dîl girtiyan pêk tên.

Hat ragihandin ji bo bi hev-guhertina dîl-girtiyan, Îsraîl li benda bersiva Hemasê ye.

Hat diyar kirin ji bo berdana her dîl-girtiyekî ku hejmara zêdeyî 130 kesin, li Xezayê agirbesteke 142 rojan tê niqaşkirin.

Hat eşkere kirin, ev pêşniyar jî beriya çend rojan li Parîsê di navbera rayedarên Amerîka, Îsraîl, Misir û Qatarê de hatiye nirxandin.

Ji ber şer Xeza wêran buye û jiyan lê nemaye

Back to top button