Ajansa hawar(ANHA) bîlançoy êrişên meha Îlonê yê li ser Eyn Îsayê eşkerekir û ragihand ku di vê mehê de di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê de sivîlek şehîd bû û 5 jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Îlonê de jî bi dehan caran êrişî gundên nêzî eniyên şer ên Eyn Îsayê û gundewarên Girê Spî kir.
Ajansa ANHA bîlançoya êrişên artêşa dagirker ku di meha îlonê de li ser gundewarê Eyn Îsayê pêk anî parvekir.
Li gor wê:
Di 3′yê Îlonê de çeteyên artêşa dagirker hewl da bikevin gundên Sêgîro û Tirwaziyê.
Şervanên QSD′ê bersiva hewldanê da û di encamê de 7 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.
Artêşa dagirker 4, 20, 21, 27’ê îlonê gundê Hewîce, Ebû Nîtola, Hedriyat, Ehmediyê, Erîda û Benderxan ê Eyn îsa, bi dehan caran topbaran kirin.
Di encama topbaranê de 5 welatî birîndar bûn welatiyek jî şehîd ket.
Dagirkeriya tirk taybet di van êrişan de avahiyên jiyanî yên sivîlan dike armanc.
Di encama topbarana dagirkeriya tirkiyê de 2 caran li hekrebeya xeta gundê Cidêdet, Cîrîn qut bû.
Dagirkeran êrişî gundên Ehmediyê, Erîda û Benderxan ên li rojhilatê Eyn Îsayê jî kir. Ji ber topbaranê perwerde sekinî.
Li gorî daneyên ajansa ANHA′yê ji destpêka dagirkirina Girê Spî ve, di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî de, bi giştî 125 sivîl şehîd û birîndar bûne ku 50 ji wan zarok in.