Ciwanên Kurd li Swîsre ji bo danasîna fikrê Rêber Apo stand vekirin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo paradîgmaya Rêberê Abdullah Ocalan bêtir bigihije mirovan, standa danasîna pirtûkên Rêber Apo danîn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Swîsreyê civiyan.

Ciwanan li bajarê Zûgê yê Swîsreyê standeke ku pirtûkên Rêber Apo li ser bûn danîn.

Ciwanan di çalakiya xw de ji bo bêhiqûqiya tecrîda li Îmraliyê û ji bo belabûna paradîgmaya Rêber Apo, pirtûkên rêbertî dan nasîn.

Her wiha ji aliyeke din bi belavkirina belavokan jî bi heman armancê propaganda fikrê rêbar Apo kirin.

Çalakvanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ew ê têkoşînê geş bikin û îdeolojiya wî li cîhanê belav bikin.

Back to top button