Hêzên Asayîşê bikarhênerekî madeyên hişbirê girt

Roja 24’ê Îlonê Hêzên Asayîşê li bajarê Qamişlo, bikarhênerek û belavkarekî madeyên hişbirê girtin.

Hêzên Asayîşê derbarê vekê daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Me agahî li ser kesekî wergirtibûn ku madeyên hişbirê di mala xwe de difiroşe.

Piştî girtina agahiyan ev kes ji aliyê me ve hat şopandin.

Piştî lêkolînan û berhevkirina zanyariyên ku sûcdariya wî îsbat dikin, hêzên me avêtin ser mala wî.

Ew girtin û hemû alavên pêre jî hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna xwe de li xwe mikur hat ku di berdêla pereyan de madeyên hişbir bikar aniye.”

Asayîşê eşekre kir ku ew radestî Dozgeriya Giştî kirin da ku der barê wî de tedbîrên pêwîst bên girtin.

Back to top button