
Dagirkeriya Tirkiyê dîsa gundên Eyn Îsa, Şehba û Minbicê topbaran kirin.
Doh welatiyek û îro jî welatiyek li Eyn Îsa ji ber êrişan birîndar bûn.
Balafirekê bê mirov a bi çek ya dewleta Tirk a dagirker gundê Sefawiyê yê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Qibin Ezîzî El Xelîl birîndar bû.
Welatiyê birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên bajarê Reqayê.