Çeteyan 3 welatiyên din li Efrînê revandin

Sûc, hovîtî û binpêkirinên dewleta Tirk û komên çete yên girydayî wê li herêmên dagirkirî dewam dikin.
Yek jê jin sê welatiyên din li Efrînê hatin revandin.

Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyan li Cindirêsê di nav de jinek 3 welatî revandin.

Navên kesên hatine revandin jî Mihemed Elûş û Mihemed Osman û hevsera wî Nisrîn Bîlal in.

Li gorî nûçeya malpera Efrîn News çeteyan bi behaneya ku ev welatî berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin revandin.

Li aliyekî din jî çeteyan piştî ku Mustefa Mûrad ê 50 salî du hefteyan li cem xwe girtin, ew li hember 2000 dolar fidye berdan.

Çeteyan li Gundê Meydankê yê Şera ya Efrînê zeytûnên welatiyan desteser kirin

Back to top button