
Çeteyên dewleta Tirk li gundê Meydankê yê Şera a Efrîna dagirkirî dest datînîn ser zeytûnên welatiyan.
Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku komek çeteyên hov beriya ku şêniyên herêmê berhema zeviyên xwe kom bikin, ketin nav zeviyan û zeytûnên xelkê talan dikin.
Hat ragihandin çeteyan zeytûnên welatiyên bi navê Mihemed Osman, Mihemed Îsa, Sêxo Elî û Ibrahîm Osman yên ji gundê Meydanikê ya girêdayî navçeya Şera desteserkirin.