Erdogan: Dibe ku em şevekê ji nişka ve êrîşî Şengalê bikin

Serokkomarê Tirkiyê Erdoganê dagirker vê carê gefan eşkere li dijî Rêveberiya Xweseriya Şengalê dixwe. Pişît serdana Hilûsî Akar bi çend rojan, Erdogan ji çapemeniyê re radigihîne ku ew ê li dijî Şengalê dest bi êrîşên hevbeş bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdoganê dagirker, pişît dagirkirina Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî; berê pisûleya gefên xwe yên êrîşan, daye Şengalê.

Erdogan duh piştî nimêja Înê bi daxuyaniyan gefa pêkanîna êrîşeke hevbeş li dijî Xweseriya Şengalê xwar.

Erdogan ji çapemeniyê re eşkere kir ku, ew her demê amade ne êrîşên hevbeş digel Iraqê li dijî Şengalê pêk bînin û got:

“Dibe ku em şevekê ji nişka ve êrîş bikin.”

Erdogan berî niha têgîna “em ê şevekê êrîş bikin”, ji bo dagirkirina Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî bi kar anîbû.

Gefên Erdogan, piştî serdana Wezîrê Parastinê Hilûsî Akar ji bo Bexda û Hewlêrê bi çend rojan tên.

Her wiha di heman dema bombebarana li ser gundê Girî yê Duhokê de, hat, ku tê de 2 sivîl birîndar bûn, li gundê Azadî jî 250 bizin û mihên welatiyekî telef bûn.

Di hevdîtina Akar û rayedarên Iraqî û PDK de, dosyaya êrîşên li dijî Şengalê li ser maseyê bû.

Hilûsî Akar piştî bidawîbûna serdanê, da zanîn ku wan digel Başûr û Iraqê li dijî PKK’ê jî li hev kiriye.

Li gorî pêşbîniyan, Tirkiye, Bexda û Hewlêr dê di naverasta Adarê de êrîşeke hevbeş li dijî baregehên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê pêk bînin.

Aliyê Iraqî li ser gefa Erdogan a dagirkirina Şengalê ti daxuyanî nedaye.

Sala borî jî hikûmeta Iraq û PDK’ê bi serpereştiya Tirkiyê, peymaneke hevbeş îmze kiribû ku, li şûna YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê, polîsên federal “qaşo ji bo ewlehiya Şengalê” li herêmê bi cih bikin.

Back to top button