Rêveberiya Joe Biden: Em ê biryara kişandina hêzê ji Iraq û Efxanistanê ji nû ve lêkolîn bikin

Lloyd Austin di roja xwe ya yekem de, digel Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg dozên girêdayî Iraq û Efxanistanê nîqaş kirin.

Wezareta Parastina Amerîkî da xuyakirin ku Austin û Stoltenberg girîngiya rewşa heyî; nemaze mijara parastina helwesta berevanî û berdewambûna erka wan li Iraq û Efxanistanê, nîqaş kirin.

Rêveberiya Joe Biden ragihand ku, ew ê peymana kişandina hêzê ya ku sala borî li Dewhayê digel tevgera Talîbanê hatibû îmzekirin, ji nû ve di ber çavan re derbas bikin.

Rêveberiya Biden her wiha da zanîn ku, dê biryara kêmkirina leşkeran li Iraqê jî careke din bê lêkolînkirin, bi taybet piştî nûbûna êrîşên li dijî sivîl û baregehên Amerîkî.

Senatoya Amerîkî duh general Lloyd Austin weke wezîrê parastinê pejirand.

Austin 40 salî xizmeta leşkerî kiriye û fermandarê hêzên leşkerî li Iraqê bû.

Di nava salên 2010 û 2016’an de, bû serokê rêveberiya navendî yê Rojhilata Navîn û bi piştgiriya QSD’ê ya li dijî DAIŞê tê naskirin.

Back to top button