Encamnameya Konferansa Lozanê hat eşkere kirin

Partî, rêxistin û kesayetên Kurd duh li Amedê bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” konferans lidarxistin.
Encamnameya Konferansê hate eşkerekirin û hat xwestin ku hebûn û nasnameya gelê Kurd bê naskirin.

Duh li Amedê konferansa bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” hate lidarxistin. Gelek Partî, rêxistin û kesayetên Kurd beşdarî konferansê bûn.

Encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hate diyar kirin ku Peymana Lozanê qediyaye û karê lezgîn ew e ku destûreke bingehîn ya nû ku hebûna gelê kurd nas bike, bê çêkirin û wiha hate gotin:

“Em Peymana Lozanê ya ku gelê me înkar kiriye nas nakin û kesên ku ev peyman îmze kirine û bi cih anîne bi tundî şermezar dikin.

Peymana Lozanê, tenê netewa Kurd ji mafên rewa yên netewî yên demokratîk bêpar nehişt. Her wiha li Rojhilata Navîn tovê dijminatî û nefretê reşand û bû sedema sedsaleke şer û qeyranan.”

Gelê Kurd tevî êrişan jî têkoşîna azadiyê didomîne

Di encamnameyê de bal hate kişandin li ser êrişên li dijî gelê Kurd û wiha hat dewam kirin;

Îro jî êrişên li dijî destkeftiyên gelê me yên li bakur, başûr û Rojava berdewam dikin. Polîtîkaya tecrîdê ya tund a ku her cure qanûnan binpê dike, tê meşandin.

Gelê me tevî hemû êriş û komkujiyan li çar parçeyan têkoşîna xwe ya azadiyê ya netewî didomîne.

Gelê me li başûrê Kurdistanê ji sala 2005’an ve bûye xwedî statuyeke federal. Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di rêya azadiyê de li ber firsendên girîng e.

Parastin û pêşxistina destkeftiyên her du beşan û dûrketina ji şerên navxweyî pir girîng e.

Gelê me di têkoşîna rizgariya netewî ya Rojhilat û Bakurê Kurdistanê da mewziyên girîng bi dest xistiye.

Ji bo ku têkoşîna van her du parçeyan bi destketiyan biqede, avakirin û berfirehkirina tifaqa neteweyî erk û berpirsyariyeke bingehîn e.

Divê hebûn û nasnameya gelê Kurd bê naskirin

Di dawiya encamnameyê de hat destnîşankirin ku divê neheqiya dîrokî ya sedsalî li ser gelê kurd bi dawî bibe.

Wek her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe bi azadî û bi rûmet bijî û ev daxwaz hatin kirin;

  • Divê hebûn û nasnameya gelê kurd bi fermî bê nasîn.
  • Divê zimanê kurdî weke zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin û wek zimanê fermî bê nasîn.
  • Divê zemînek demokratik bê avakirin ku rê li ber kurdan veke da karibin bi navên kurd Kurdistanê bi azadî xwe bi rêxistin bikin û xwe îfade bikin.
  • Divê statuyek ji bo gelê kurd bê dayîn ku karibe li Kurdistanê xwe bi rêvebibe.

Li Amedê konferansa Lozanê

Back to top button