Li bajarê Amedê gelek partî, rêxistin û kesayetên Kurd bi sernavê “Di sala sedemîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” konferansê li dar dixin.
Di konferansê de hate gotin Kurd mafên xwe dixwazin û wê têkoşîna ji bo vê bidomînin.
Li bajarê Amedê partî, rêxistin û kesayetên Kurd konferansa “Di sala sedemîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” li dar dixin.
Di rûniştina yekemîn ya konferansê de nivîskar Serhat Bûcak axivî û diyar kir Peymana Lozanê weke peymaneke aştiyê û destpêka netewe-dewleta Tirkiyê tê pênasekirin û wiha got:
“Avakirina netewe-dewletan veguherî înkara gelan”
“Avakirina netew-dewletan li tevahiya Rojhilata Navîn veguherî pergala înkar û asîmîlasyona gelan, baweriyan, mezheban, zimanan û çandan.”
“Kurd wê têkoşîna ji bo mafê xwe bidomînin”
Lêkolîner û nivîskar Kerem Serhatli axivî û da zanîn ku Peymana Lozanê bi 10 zimanan hatiye nivîsandin û got ku tu madeyên wê yên veşarî nînin.
Serhatli, hin xalên peymanê bibîrxist û ku dibêje, ‘Tirk çiqas xwedî mafên xwendin û nivîsandinê bin, gelên din jî xwedî wan mafan in’ û wiha dewam kir:
“Em li vê axê şirîkên hev in. Tu mafên hevpar hebe divê bê dayîn. Divê ew 10 dewletên ev metn îmze kirine van xalan pêk bînin. Em mafên xwe dixwazin. Dê têkoşîna me ya ji bo vê mijarê bidome.”
“Divê Kurd bi awayekî rexneyî li Lozanê binêrin”
Nivîskar Faîk Bûlût jî anî ziman ku her du dewletên mezin bi Peymana Sykes-Pîcotê Kurdistan perçe kirin û wiha got:
Pêwîste Kurd bi awayeke rexneyî ji nû ve li Lozanê binêrin.”
Rûniştina yekemîn a konferansê bi dawî bû. Dê rûniştinên din jî ji çapemeniyê re girtî berdewam bikni.
Tê payîn encamnameya konferansê sibe bê ragihandin.



