Rêveberiya Giştî ya Trafîka Cizîrê bi hevkariya Trafîka Qamişloyê hezar broşurên hişyariyê li ser dibistanên seretayî belav kirin.
Ji bo ewlehiya çûn û hatina zarokên dibistanan, Rêveberiya Giştî ya Trafîka Cizîrê dest bi pêngava hişiyarkirinê kir.
Di vê çarçoveyê de hezar broşur li dibistanên seretayî yên Qamişloyê hatin belavkirin û endamên jin ên trafîkê naverok şîrove kirin.
Endamê trafîkê Hecar Mihemed derbarê pêngavê de wiha got:
“Ev pêngava ku me daye destpêkirin ji bo ewlehiya zarokan e , da ku fêrî qanûnên trafîkê bibin.
Em bang li malbat û mamosteyan dikin ku bi wan re alîkar bin.”