Têkoşer û dayîka du şehîdan Nazê sadûn koça dawî kir

Dayîka du şehîdan û welatadparêza Kurd Nazê Sadûn ya temenê xwe ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê derbaskirî di endama nexweşiyê de koça dawiyê kir.

Nazê Yûsif Sadûn di sala 1952’an li Dêrikê ji dayik bûye.

Di salên 1980’an de tevgera azadiya Kurdistanê nas dike.

Yadê Nazê gelek caran Rêber Apo re hevditin dike vîna jî weke şans û serbilindiya herî mezin didît.

Nazê Sadûn ji karê cebhewî bigre û heta karê rêxistinkirinê xebat da meşandin.

Piştî naskirinê û şûnde, ji fikir û felsefeya Rêber Apo bawer kir û zarokên xwe jî li ser wê çandê mezin kir.

Rihê welatparêziyê jî di nava mala xwe mîna çandekê da rûnişkandin.

Ji ber wê jî du zarokên wê tevlî nava refên Gerîla bû û li qadên şer derbên girran li dijmin dan.

Kurê wê Harûn di sala 1991’an li nava tevgera azadiya Kurdistanê li Çiyayê Cudî şehîd dibe.

Keça wê Dilbirîn jî çeka birayê xwe Harûn hildide û ew jî 1998’an li Zapê şehîd dibe.

Heta roja dawiya jiyana xwe mîna roja destpêkê bi ramanên rêber Apo û tevgera azadiyê bawer bû û ji bo wê têkoşîn da meşandin.

Yadê Nazê piştî salên dirêj yên têkoşînê di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest da.

Back to top button