Xwepêşandanên li Siwêdayê di meha 2. de dewam dike

Xwepêşandanên li Siwêdayê di meha 2’emîn dewam dikin.
Xwepêşandêran careke din li qada El-Kerama banga hilweşîna rêjîma Esed û guhertina siyasî kirin.

Xwpêşandanên li Siwêdayê mehek li pey xwe hişt.

Siwêdiyan di çalakiyên xwe de banga xweseriya Siwêda û Sûriyeyeke ne-navendî dikin.

Her wiha piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re û dijberiya xwe ji dewleta Tirk û çeteyê wê re nîşan dan.

Hikûmeta Şamê pişît zêdetirî 12 salên şer û aloziya li Sûriyê, weke roja yekemîn bi riya çekê dixwaze dengê gel bisekinîne.

Îro jî bi sedan jin, mêr, kal û pîr li qada El-Kerama kom bûn û mêtingek li dar xistin.

Xwepêşandêran banga Hilweşîna rêjîma Esed û pêkanîna biriyara NY a 2254’an kirin.

Xwepêşandêran eşkere kirin ku heta daxwazên wan pêk neyên dev ji çalakiyên xwe bernadin.

Biryara NY ya 2254 çi ye ?

Biryara NY a 2254 ya ku hemû gelê Sûriyê banga pêkanîna wê dike çi ye.

Di 18’ê kanûna sala 2015’an Melisa Ewlehiyê ya NY’ê ji bo çareseriya siyasî ya kriza Sûriyê biryar da.

Çend xalên girîn yên Biryarê wiha ne:

  • Şer û êrişên li dijî sivîlan werin rawestandin.
  • Desthilatek nû bi rêya Hikûmeta veguhêz were avakirin.
  • Hemû girtiyên li zindanan werin berdan.

Rusya jî biryara NY’ê weke çareseriyek ji kirîza Sûriyê re erê kir.

Amêrîka û Yekîtiya Ewropayê eşkere kirin ku heta hikûmeta Şamê biryara NY a 2254 pêk bînin, wê cezayên li ser Sûriyê bên rakirin.

Xelkê Siwêdayê di daxwaza azadiya xwe de bi israr e

Back to top button