Dadgeheke Tirkiyê, Cezayê heta bi hetayê li ciwanekî Efrînî birî

Li Efrîna dagirkirî, hovîtîya artêşa Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêdetir dibe. Dadgeheke dewleta Tirk, cezayê heta bi hetayê li ciwanekî Efrînî birî. Dewleta Tirk li revandina 7 sivîlên Efrînê jî mikur hat. Li aliyekî din, ferzkirina bacan li ser şêniyan jî didome.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe di hovîtîya xwe ya li Efrînê de, ti sînoran nas nakin.

Dadgeheke dewleta Tirk, cezayê heta bi hetayê li ciwanekî Efrînî birî.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, eşkere kir ku Istixbarata Tirk, ciwanê Kurd ‘Menan Ebdo Îbiş’ ê 19 salî, 15’ê Tebaxa 2019’an ji navenda navçeya Cindirêsê revand.

Li gor rêxistinê, Istixbaratê bi behaneya ku Menan mayîn çandine, revand û derbasî Tirkiyê kirin.

Lê belê, Rêxistina Mafê Mirovan diyar kir ku Manan, temenbiçûk e û ti karekî bi vî awayî nekiriye.

Herî dawî malbata Menan ragihand ku dadgeheke Tirkiyê, cezayê heta bi hetayê li wî birîye.

Dewleta Tirk, 7 sivîl bi teqînên li Efrînê tewanbar kirin

Li aliyê din, dezgeheke ragihandinê ya dewleta Tirk, li revandina 7 şêniyên Efrînê di meha Hezîranê de mikur hat.

Li gorî wê dezgehê, qaşo her 7 sivîl bi 11 teqînên li Efrînê pêk hatibû, hatine tawanbarkirin.

Bi vê yekê jî hewl didin revandina sivîlan rewa bikin..

Çeteyan 500 dolar li jineke ji kaxirê sepandin

Ji bilî revandin û kuştinê, gef û sepandina bacan li şêniyên resen jî didomin.

Di vê çarçoveyê de, çeteyên Tirk dîsa bac li şêniyên gundê Kaxirê yê Mabatayê sepand.

Malpera Çalakvanên Efrînê, ragihand ku çeteyên Tirk 500 dolar li şêniya bi navê Fatme, hevjîna Henan Bile ferz kirine.

Heman malperê da zanîn ku ji ber çeteyan, hiştiye ew bi tenê li malê bimîne, bac lê ferz kirine.

Di meha Hezîrana borî de jî, çeteyên dewleta Tirk hezar dolar li şêniyên gundê Kaxirê sepandibûn.

Back to top button