Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranawestîne û destnîşan kir ku ne dûr e dewleta Tirk êrîşeke nû li ser herêmê, pêk bîne.
“Ne dûr e ku dewleta Tirk a dagirker êrîşeke nû li ser herêmê pêk bîne.”
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel bi van gotinan xeteriya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê anî zimên.
Kîno Gabrîel diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li herêma Eyn Îsa û hin herêmên din ên dagirkirî zêde dike.
Gabrîel got:
“Dewleta Tirk êrîş û sûcên xwe zêde kirine, ev jî dihêlin em her tim ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê re amade û hişyar bin.
Bi taybet di vê pêvajoyê de, ku dewleta Tirk gef û îdiayên xwe berdewam dike ku QSD peymana ku Cotmeha 2019’an hatiye îmzekirin, binpê dike.
Ew jî bihaneyeke ku êrîşên xwe yên leşkerî yên nû û pêkanîna sûcên li herêmê temam bike.”
Berdevkê QSD’ê destnîşan kir ku, tevî bangên navneteweyî bo rawestandina êrîşên leşkerî, dewleta Tirk agirbestê bi temamî binpê dike.
Kîno Gabrîel: Divê hêzên navneteweyî sînorekî ji êrîşên Tirkiyê re deynin
Gabrîel diyar kir ku koordîne û xebateke hevbeş di navbera QSD û hêzên Koalîsyona Navdewletî, Amerîka û Rûsyayê de hene û got:
“Em hewl didin bi şêweyekî hevbeş bi van hêzan re tevahî bûyer û sûcên li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, belge bikin.
Her wiha sînorekî ji hemû hewldanên leşkerî yên nû ku dewleta Tirk dixwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk bîne, deynin.”
Kîno Gabrîel di dawiyê de teqez kir ku ew li gorî agirbestê tev digerin, lê dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne û anî ziman ku êrîşên Tirkiyê, ewlehî û aramiya herêmê têk dibin.