Hefter: Heta derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê, em ranawestin

Fermandarê artêşa niştimanî ya Lîbyayê muşîr Xelîfe Hefter ragihand ku ew ji bilî derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê, tiştekî din qebûl nakin.

Hefter di merasîmên derçûna nifşeke nû ya efserên artêşê de axivî û got:

Dijminahiya dewleta Tirk, gefê li yekîtî xaka Lîbya û aramiya herêmê dixwe.

Fermandarê artêşa Lîbî hişyarî da ku Tirkiyê dixwaze dest deyne ser samanên welêt û teqez kir ku artêşa Lîbî rê nade Tirkiyê ku rewşa heyî keysbaz bike û çek û çeteyan veguhêze Lîbyayê.

Xelîfe Hefter soza dewamkirina têkoşînê heta derxistina dagirkerên Tirk ji xaka Lîbyayê da.

Tê zanîn, beriya çend rojan, dewleta Tirk peymaneke leşkerî bi hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî re îmze kiribû û artêşa niştimanî ev peyman weke binpêkirina serweriya Lîbyayê bi nav kiribû.

Back to top button