“Gelan bi ramanên Rêber Apo li ber xwe didin”

Siyasetmedarên ji Minbicê destnîşan kirin ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên kapîtalîst ve bi armanca pêkanîna siyasetên xwe yên zordestiyê li herêmê hatiye plankirin.
Lê belê Rêber Apo bi rêya ramana neteweya demokratîk ku ji bo gelan bûye çavkaniya azadî û aştiyê, têk bir.

Hevseroka Nivîsgeha Birêxistinkirinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Minbicê Rîm Derwîş destnîşan kir bi ramanên Rêber Apo hember pergalên zordest, kapîtalîst û desthilatdar ên ku dixwestin herêmê parçe bikin, li ber xwe dan.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê şaxê Minbicê Mehmûd Cimo diyar kir azadiya gelan bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye û got:

“Hevgirtina azadîxwazên cîhanê bi rêya pêngavên azadiya fîzîkî ya Rêbertî ya ku em îro dibînin jî nîşan dide ku Rêber Abdullah Ocalan çavkaniya aştiyê ya cîhanê ye.

Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi dest keve, dê tevahî azadîxwazên li cîhanê hevgirtî bin.”

Li Qamişlo çalakiya konvedanê di roja 2. de didome

Back to top button