”Tecrîd nîşaneya tirsa dewleta Tirk ji sembola rêya azadiyê ye”

Ji hîndekarên Zanîngeha Calabrîa ya Îtalyayê Doç. Dr. Laûra Marîa Corradî destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk nîşaneya tirsa wê ya ji sembola rêya azadiyê ye.

Doç. Corradî di destpêka axaftina xwe de got:

”8’ê Cotmehê salvegera 25’an bû ku Abdullah Ocalan bi soza penaberiya siyasî hatibû Îtalyayê, hatibû welatê min.

Hikumeta soza ku dabû, bi cih neanî. Piştre jî ew birin Kenyayê û ji wir revandin Tirkiyeyê.

Piştî ku bi rengekî neqanûnî ew girtin, hingî mafê penaberiya siyasî dan wî.”

Doç. Corradî da zanîn ku Rêber APO li gel zilma ku li nava sîstema tecrîdê ya Îmraliyê lê tê kirin jî sîstema şaristaniya navendî analîz kir û wiha dewam kir

” Bi dîtina min divê ev yek neyê jibîrkirin. Gelek pirtûkên ku Abdullah Ocalan di dema destpêkê ya girtîgehê de nivîsî ku pirtûka Sosyolojiya Azadiyê jî di nav de ye, bi gelek zimanan hatin weşandin û ev yek gelekî girîng e.

Li hucreya lê tê girtin, carna pênûs bi xwe jî dihate qedexekirin.

Tevî vê yekê jî danheviya kapîtalîst, dewlet û baviksalarî di asta herî bilind de analîz kir û tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya gelek mirovan kir.”

“Pergala Îmraliyê di asta êşkenceyê de ye”

Back to top button