HDP’ê ji meclisê xwest têkildarî rapora CPT lêkolînê bikin

Wekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, ji meclîsê xwestin têkildarî rapor û tespîtên CPT’ê yên der barê Îmraliyê de lêkolîn bikin.

Wekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, têkildarî rapora CPT pêşniyarnameya lêkolînê dan meclîsê û xwestin ji bo tespîtên CPT’ê meclîs lêkolînê bike.

Wekîlên Koma HDP’ê dîsa ji meclîsê xwestin li dijî binpêkirina mafan ên Îmraliyê tedbîr bên girtin.

Wekîlan bal kişand ser tespîta CPT’ê yên li Girtîgehên Amed, Riha, Silivri, Bakirkoy, Metris û Maltepeyê û xwest êdî jimarê kêm bikin û li dijî vîrûsê tedbîr bên girtin.

Wekîlan xwest têkildarî tesbîtên raporê, tedbîr bên girtin û lêkolîn bê kirin.

Omer ocalan: rakirina tecrîda li ser abdullah ocalan gelek girîng e

Wekîlê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku ji bo asayîbûna pêvajoya zehmet ku Tirkiye tê re derbas dibe, rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan gelek girîng e.

Omer Ocalan bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bikevin tevgerê.

Back to top button