Pûtîn: Me dest bi karanîna derziya li dijî vîrûsa Coronayê kir

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku wan derziyek li dijî vîrûsê çêkiriye û di demeke nêz de wê bi rengekî komî bê hilberandin.

Li seranserê Cihanê jî heta niha nêzî 20 milyon û 400 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 740 hezar kes jî ji ber vîrûsê mirine.

Di demeke ku vîrûsa bilez belav dibe de Serokê Rûsiya Vîlademîr Pûtîn bi daxuyaniyekê ragihand ku wan derziya li dijî vîrûsê ku dîtine êdî bikar tênin.

Pûtîn anî ziman ku heman derzî li ji bo keça wê jî hatiye bikaranîn.

Back to top button