Endamên NY ji bo parastina deryayên giştî li ser maseyê ne

Dewletên endamên NY ji bo parastina deryayên giştî ku nîvê cîhanê dihewîne li ser maseya nû ya danûstandinan rûniştin e.

Piştî ku 4 rûniştinên berê yên ji bo peymana deryaya vekirî bê encam man, danûstandinan careke din despê kir.

Danûstandinên li New Yorkê pêk tên wê heta 26’ê Tebaxê dewam bikin.

Pêdivî ye ku beşdar hevsengiyek di navbera birêkûpêkkirina çalakiyên mirovî de bi parastina jîngehê li ser deryayên bilind pêk bînin.

Li gorî hiqûqa navneteweyî, deryaya giştî ji sînorên herêmên taybet ên aborî yên welatan dest pê dike û ne di bin daraza tu dewletekê de ye.

Tenê ji sedî yek ji deryayên giştî ku ji sedî 60 oqyanûsên cîhanê pêk tîne, bi qanûnî têne parastin.

Bi gotineke din, ev dike nîva rûpîvana cîhanê.

Deryayên giştî li aliyekê niva oksîjena ku mirov bikar tîne dihilberne û li aliyê din jî germahiya global hêdî dike.

Tê diyarkirin ku li dijî peymanê nerazîbûna herî tund ji aliyê Japonya, Îzlanda û Rûsyayê ve tê kirin.

Back to top button