Zelensky: Niha nedema bêalîbûnê ye

Cîhan bi rojeva Ûkrayna di axive. Serokê Ûkrayna Zelensky îşaret bi xemsariya welatên rojavayî kir û got: “Niha ne dema bêdengiyê ye. Nazîzim ji bêdengiyê çêbû.” Zelensky anî ziman ku heta niha 6 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin. Serokomariya Ûkrayna ragihand ku koma Çeçen ya ji bo kuştina Zelensky hatibû şandin, hatinbêbandorkirin. Di vê navberê de, 70 Japoniyan bi awayekî dildar xwestin herin Ûkrayna û li dijî Rûsya şer bikin.

Artêşa Rûsya tê û gav bi gav nêzî paytexta Ûkrayna Kîevê dibe.

Serokomarê Ûkrayan Volodymyr Zelensky yê vê rastiya heyî dibîne, banga hewarê li welatên cihanê dike.

Çavên westiyayî û daxwaza alîkariyê.

Ûkrayan, dixwaza welatên rojava bi zextê êrişa Rûsya bidin rawestandin.

Volodymyr Zelensky di roja 7. a êrişa Rûsya li ser welat de bi rêya vîdeo peyamek weşand û wiha got:

Bersivên ku welatên rojava didin bi têrê nake.

Di mijarên weke beşdar bûna me ya di YE de, pêwistiya me bi alîkariyek hîn zêdetir ya di qada navnetewî de heye.

Niha ne dema bêalîbûnê ye.

Zelensky: Heta niha 6.000 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin

Zelensky destnîşan kir ku ji destpêka şer û heta niha 6 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin.

Êrişa artêşa Rûsya ya li nêzî Babi Yar ku di şerê cîhanê yê 2. de bi hezaran Yahudî lê hatin kuştin ji hebû.

Zelensky bang li cihûyên cîhanê kir, bêdeng nemînin

Serokomarê Ûkrayan got: Ev êrişî nîşanî gelek kesên li Rûsyayê dide ku ew dîroka Kîevê nizanin.

Lê ferman hatiye dayîn ku dîroka me, welatê me, me hemûyan ji holê rakin.

Ez bang li bi milyonan cihûyên cîhanê dikim, bêdeng nemînin.

Nazîzm ji bêdengiyê çêdibe.”

Konseya ewlekariya netewî ya ûkrayna: koma çeçen a ji bo kuştina zelensky hatibû şandin hatin bêbandorkirin

Di vê navberê de, hat ragihandin ku tabûra V ya ku Serokomarê Çeçenistanê Ramzan Kadîrov ji bo kuştina Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky şandibû hat îmhakirin.

Derbarê mijarê de Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ûkraynayê Aleksey Danilov wiha got: “2 komên wan ên taybet hebûn.

Komek li Gostomelê bû û yek jî niha hat îmhakirin.

Em ne serokomarê xwe didin kesê û ne jî xaka xwe.”

Ûkrayna: me gelek balafirên bêmirov ji Tirkiyê kirîn e

Wezareta Parastina Ûkrynayê diyar kir ku ji Tirkiyeyê gelek IHA’yên din stendine.

Li japonya 70 kes bûn dildar ku biçin li Ûkraynayê şer bikin

Di vê navberê de, 70 Japonî ji bo li dijî Rûsya şer bikin, bi dildarî xwestin biçin Ûkrayna.

 

Back to top button