”Hêzên Navneteweyî hevkarên dagirkeriya Tirk in”

Siyasetmedarên li Herêmê li dijî bikaranîna çekên kîmeywî helwesta xwe nîşan da..
Siyasetmedaran diyar kir ku artêşa dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla ber bi hilweşînê ve diçe û got:
“Bikaranîna çekên kîmyewî nîşana têkçûna wê ye.”

Dewleta Tirk ji 17`ê nîsanê ve êrişî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dike.

Ji bo destkeftiyan bi dest bixe, bi sedan carin çekên kîmyawî û yên qedexekirî bikar aniye û hîn jî bikar tîne.

Li dijî van sûc û kirinên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî her ku diçe nerazîbûn jî zêde dibin.

Siyasetmedarên herêmê li dijî vî sûcî bertek nîşan dan ..

Endamê Meclisa Giştî ya PYD Emîn Elîko girêdayî vê yekê axivî.

Emîn Elîko diyar kir ku êrişên bi çekên kîmyewî sûcê şer ê li dijî mirovahiyê ye û got :

“PDKʹê xeta xiyanetê dimeşîne..

Xizmeta siyaseta dewleta Tirk dike..

Îsbata herî berbiçav a vê yekê jî dest danî ser maskên parastinê …”

Elîko bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tik ên li dijî hêzên gerîla şermezar kir û wiha got:

“Ev bêdengî dikeve xizmeta dewleta Tirk..”

Emîn Elîko dawiyê bang li gelê Kurdistanê kir ku li hember artêşa Tirk bibin yek.

“Bikaranîna çekên kîmyewî têkçûna dewleta Tirk “

Endamê P.D.K.S’ê Mistefa Horo jî bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir.

Horo got:”Bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve îflasa wê ya leşkerî, aborî û siyasî nîşan dide. ”

“Destê PDK’ê di şehadeta 17 şervanên gerîla de heye”

Horo destnîşan kir ku ji ber xiyaneta PDK’ê 17 gerîla şehîd bûn..

Mistefa Horo dawiyê bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bidin gerîla û sûcên dewleta Tirk teşhîr bikin.

Back to top button