Şengal ev 7 salin ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.
Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi boneya rojê daxuyaniyek weşand û got: “Emê pêngava rizgarkirina Şengalê bi Şengala xweser û azad tacîdar bikin.”
Îro bi ser rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê re 7 sal derbas dibe.
Bi boneya vê rojê Rêveberiya Xweser ya Şengalê daxuyaniyek weşand.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got:
“Beriya her tiştî em ew qehremanên mezin ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de canê xwe dane bibîr tînin..
Lazim e em tu carî ji bîr nekin ku Şengal di encama şer û berxwedaneke mezin de hate rizgarkirin.
Gerîla wê demê berxwedaneke mezin nîşan dan, ji bo civaka Êzidî gelek şehîd dan.
Wê demê Xeta Berxwedanê hebû û xeta xiyanetê jî hebû..
Pêşmergeyên PDK’ê ji Şengal reviyan û xayîn ketin ..
Civaka Êzidî ev yek wekî “Xiyaneta Mezin” binav kir.
Li hemberî vê di pêşengiya gerîlayên azadiyê berxwedaneke mezin a dîrokî hate pêşxistin.”
Rêveberiyê da zanîn ku di nav van 7 salan de civaka Êzidî û gelên Şengalê xwe ji qirkirin û fermanê rizgar kirin..
Bê guman ev pêşketin bi berdelên pir giran hate bidestxistin..
Rêveberiya Xweser ya Şengalê dawiya daxwiyaniyê ev yek got :
“Em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku berdêl çi dibe bila bibe emê Şengala xweser û azad ava bikin û biparêzin.
Em bawer dikin ku wê berxwedana gerîla û berxwedana Şengalê biserkeve..
Em bang li hemû civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê dikin ku ji her demê zêdetir xwedî li Şengalê derkevin.
Bersiva herî mezin a ji dijmin re vegera Şengalê ye.”