Têkildarî êrişên dewleta Tirk yên dawî ên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê rojnamevan Nîhat Kaya destnîşan kir êrişên hewayî yên Tirkiyê bi agahiya hêzên navnetewî û Amerîkayê hatiye kirin. Derbarê çuyîna Nêçîrvan Barzanî a hemwextî êrişan li Enqerê jî Kaya got, “PDK ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdistanê têk bibe, di êrişan de cih digire û bi dijminên kurdan re şirîkatiyê dike.”
Balafirên şer ên dewleta Tirk a qirker di 1’ê sibatê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Dêrika rojavayê Kurdistanê kirin.
Di van êrişen hemwext de li Şengalê 3 kesan, li Mexmûrê 2 kesan û li Dêrikê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûbûn.
Rojnamevan Nîhat Kaya têkildarî êrişan de rola PDK’ê, hevdîtina Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirk Erdogan nirxand.
Nîhat Kaya destpêkê anî ziman ev bombebaran ne êrişeke dewleta Tirk e ku bi hewldanên xwe pêk aniye û wiha got: “Ne mimkine haya Amerîka û hêzên navdewletî yên din ji van êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê nebe.
Cihê ku êriş li Dêrikê pêk hat, li ser rêya ku alîkariya lojîstîkî ya Amerîka û koalîsyonê ye.
Qada hewayî jî di bin kontrola Amerîka û koalîsyonê de ye.”
Kaya destnîşan kir ku bêdengiya rêveberiya Hewlêrê û Bexdayê ya li hember êrişan hin bêtir gumanan zêdetir dike û got: “Li ber çavê Hewlêrê li dijî kurdan êriş û komkujî tên kirin lê PDK bêdeng e. Hikumet kerr û kor û lal e.
Ji ber Hewlêr jî bi xwe di nava êrişan de cih digire.”
Nîhat Kaya: Piştî êrişan hevdîtîna Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re plankiriye
Têkildarî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî a piştî êrişan ya li Enqereyê jî Nîhat Kaya wiha dewam kir:
“Hema piştî êrişan, bi awayekî zelal hat nîşandan ku serdana Barzanî ya Tirkiyê bi hev re hatiye plankirin û pejirandin.
Li hemberî bertekên muhtemel ên navneteweyî, bi Nêçîrvan Barzanî re hewl hat dayîn ku parastinê bikin.
Bi vê helwestê re jî derket holê ku ew çiqasî şirîkên êrişên li Mexmûr, Şengal û Dêrikê ne.”
Nîhat Kaya: PDK her tim bûye piştevanê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk
Kaya anî ziman PDK her tim bûye piştevanê desthilata AKP-MHP’ê û îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî kir û got
“Hewl û xebata ji bo meşrûkirina vê dagirkeriyê PDK û malbata Barzanî alîkariya Tirkiyê dike.
Ji aliyê din ve hem dagirkeriya leşkerî û hem jî meşrûiyeta siyasî hêza sereke ya ku Tirkiye di warê aborî de zindî hişt PDK bû.”
Nîhat Kaya: PDK ji bo têkoşîna azadiyê têk bibe bi dijminên gelê Kurd re şirikatiyê dike
Rojnamevan Nîhat Kaya destnîşankir ku PDK, tevgera PKK’ê û her kurdê ku tekoşîna azadiyê dike weke dijmin dibîne û wiha bi dawî kir:
“PDK û malbata Barzanî dixwazin Şengalê û Mexmûrê bi temamî tune bikin.
Dixwazin li Rojavayê Kurdistanê bi ENKS’ê re rêveberiyeke hevpar ava bikin.
PDK bi dijminên kurdan re şirîkatiyê dike ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê têk bibe.”