Li Şerîaya Rojava 3 Filistînî hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li kampa koçberan a Cenîn êrişên xwe yên li ser Filistîniyan dijwar kiriye.
Hate ragihandin ku di êrişa dawiyê de 3 çekdarên Filistînî hatine kuştin.
Rêberên Filistînî ev êrîş şermezar kirin û soza tolhildanê dan.

Hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ragihand ku wan 3 çekdarên filistînî li herêmeke nêzîkî kampa penaberan a Cenîn li bakurê Şerîeya Rojava ye kuştin e.

Arteşa Îsraîle iddia kir ku koma Filistini ji bo erişê bike di nav tevgere da ye û di wesayiten wan da çek hene.

Netanyahu: Li dijî êrişkaran em ê têkoşîna xwe bidomînin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çalakiya hêzên ewlehiyê nirxand û got,

“Em ê li her derê û her kêliyê li dijî kesên ku hewl didin êrîşî me bikin, têkoşîna xwe bidomînin.”

Ji komên Filistînî soza tolhildanê

Komên çekdar ên Filistînî êrîşa Îsraîlê şermezar kirin û soza tolhildanê dan.

Berdevkê Hamasê wiha got:

“Dijminê ku 3 Filistînî kuşt, wê nikaribe ji berdêla sûcên wan xilas bibe.”

Rêxistina Cîhada Îslamî ya ku li Xezze û Şerîeya Rojava dimeşîne daxuyanî da û got,

“Dijmin wê bi berxwedaneke xurt berdêla ehmeqî û terora wan bide.”

Li kampa Cenîn zextên Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê meha Tîrmehê li Kampa Cenîn operasyoneke leşkerî ya berfireh pêk anî.

Di dawiya vê hefteyê de jî li herêmê tundiyeke nû rû da.

Roja Înê, niştecihên çekdar ên cihû êrîşî gundekî Filistînê li Şerîeya Rojava kirin.

Di êrîşê de ciwanekî Filistînî yê 19 salî jiyana xwe ji dest da.

Polîsê Îsraîlî ragihand ku 2 rûniştevan hatine binçavkirin.

Amerîka jî ev êrîş şermezar kir.

Berî ku sê xortên filistînî roja Yekşemê li Şerîeya Rojava bên kuştin, filistînîyekî cerdevanekî Îsraîlî li Tel Avîvê kuşt.

Tevgera protestoyî ya Israîlê: Ben gvir dixwaze xwînê birijîne

Back to top button