Reforma Darazê ya Netanyahu li Tel Avîv hat protestokirin

Îro careke din li Tel Avîvê bi sedan xwepêşander daketin kolanan û biryara reformê pirotesto kirin.
Xwepêşandêr ditirsin ku Planê reformê li Îsraîl ê rê li ber dîktatoriyê veke.
Hikûmeta Netanyahu jî dibêje reform ji bo jinûve avakirina hevsengiya di nava hêzan de pêwîst e.

Li Îsraîl planên Serokwezîr Benjamin Netanyahu yên ji nû ve avakirina darazê rê li ber protestoyên tund vekiriye.

Li Tel Avîvê bi hezaran xwepêşander ji bo pirotesto-kirina biryarê daketin kolanan.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Dîktatorî, wê aboriyê bikuje” hatin hilgirtin.

Bi hezaran kes ber bi navenda leşkerî ya Israîlî ve çûn û ew der girtin.

Di çalakiyê de bombeyên dûmanê jî hatin karanîn.

Her wiha xwepêşandêran li defê lêxistin û dirûşmeyên li dijî rêveberiyê berz kirin.

Li gorî nûçeyên ji Îsraîl ê hatine girtin, xwepêşanderan gelek rêyên li nava bajar girtin.

Girseya gel li ber navenda Sendîkaya herî mezin a karkeran a Îsraîl Histadrut kom bû, banga greva giştî kir.

Li dijî pilanên reformê “Roja Berxwedanê” hate ragihandin

Planên hikûmetê yên ji nûve avakirina dadgeriyê bi mehane ku bûye sedema protestoyên girseyî.

Her wiha bi drûşmeya “Roja Berxwedanê” li gelek deverên welêt çalakî têne lidarxistin.

Hikûmeta Netanyahu planê dike ku mîsyona dadwerî û Dadgeha Bilind bêhêz bike.

Bi vê yekê re pozîsyona parlamentoyê û serokwezîriyê yanî desthilata xwe bi hêz bike.

Di hefteya bê de, tê payîn ku ev yek ji aliyê parlamentoyê ve were pejirandin.

Xwepêşander li benda piştgiriya Amerîkayê ne

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog dê îro li Washingtonê bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive.

Organîzatorên xwepêşandanên li dijî planên reformê yên hikûmeta Netanyahu bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kirin.

Organîzatoran diyar kirin ku divê DYA ji bo pûçkirina van planan bikeve nav tevgerê.

Waşîngtonê berê jî nî-geraniya xwe li ser rêziknameya dadwerî ya nakok li Îsraîlê diyar kiribû.

Netanyahu, ku dosyaya gendeliyê li ber çavan e, dadweran bi beşdarbûna di pêvajoyên siyasî de tawanbar dike.

Li gorî wê reform ji bo jinûve avakirina hevsengiya di nava hêzan de pêwîst e.

Xwepêşandêr li ser vê yekê bi fikarin ku piştî wê Planê li Îsraîl ê dîktatorî pêş bikeve.

Back to top button