Li gorî wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê 24 saetan de, 126 kes li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi Vîrûsa Coronayê miirine û 4 hezar û 353 kes bi Vîrûsê ketine.
Bi vê bîlançoyê re jimara kesên bi vîrûsê mirine dibe 1769 û 78 hezar û 546 kes jî pê ketine..
Li Stenbolê, 2 hezar û 279 karker bi vîrûsê ketine
Her wiha Platforma Şaxan a Sendîkayên Karkeran a Stenbolê bi raporekê eşkere kir ku heta niha 2 hezar û 279 kes bi vîrûsê ketine.